
rêncberên xemê li kar in:
çiqas tovên êşan çandine li seyrangeh û zevîyên me
hemûyan jî ajar daye
serbilind û reqqas in li gel bayê felekê

Hay ji xwe hebe ey salikê rêya heqîqetê!
“Seyr” ne tenê tebîreke tesewwufî ye..
“Seyr”a sînematografîk jî “zor seyr” e bo sulûka te!
Nexwe dilê xwe bike kamerayeke bîna û “bikêş”e çîleya xwe…!

xendiqîm
xendiqîm
xendiqîm
xendiqîm…
Herro dilê min j’ber xema te jartir e
Û ew ji dilê te yê bêrehm vêzartir e
Jêgeriyame j’xema te ew j’min nagerit
Sûnd bit! Xema te ji te wefadartir e / Hz. Pîr

payîz jî têk çû
zivistan demsaleke rasteqîn e
hişk e lê derewan nizane
rast e sar e lê xapînok nîne
Mevlânâ ve Melayê Cizîrî şiirlerinden arta kalan tek duygu:
“Yâ leytenî kuntu turaba!”
Bi qanûn guh de mizgînî bizanî da sirra sazan
Ji hikmet tête tedwînê bi ‘eynê me‘neya razan
Bi dava ‘işqşîrînê didet teyrê me perwazan
Hz. Melayê Cizîrî
Şîrove